Korona çi ye?

erstellt von Städtefreundschaft Frankfurt-Kobane — zuletzt geändert 2020-03-22T13:52:39+02:00
Steckbrief Corona in kurdischer Sprache

Korona malbateke vîrûsan e û dikare bibe sedema nexweşiyan. Navê Koronavirûsa nû SARS-CoV-2 ye. Nexweşiya ku jê çê dibe COVID-19 e.

Çawa mirov pê dikevin?

Bi pirranî bi dilopên şiliyê belav dibe. Ew dilop dema kuxînê, pişkînê an jî axaftinê ji dev û pozên mirovan derdikevin. Destdana rûseriyên cuda (Destikê derî, telefona destan, mase, kilîtdank û hwd.) yên bivîrûs û dû re gîhiştina wan heta poz, dev û çavan jî rê dide vegirtina înfeksiyonê.

Kîjan nîşanên nexweşiyê (semptom) hene?

Nexweşî car caran bêdeng dibihure. Kuxik û ta (germa laş a zêde) semptomên sereke ne. Zehmetiya bêhnstendinê nîşana rewşeke giran e, divê hingê mirov tavilê berê xwe bide bijîşkên berpirsyar.

Gumanên we bi ketina înfeksiyonê hebin, hûnê çi bikin?

Ger semptomên we hebin, divê ku hûn li mala xwe bimînin û bi bijîşkê xwe yê malbatê an jî bi berpirsyarên tenduristiyê yên fermî re têkiliyê deynin û li gorî agahiyên wan, gavên xwe bavêjin.

Testa vîrûsê çi wextî pêk tê?

Bijîşkê we li gorî rewşa we ya tenduristiyê û di çarçoveya şert û mercên fermî yên tenduristiyê de biryara testkirinê dide.

Encama testa vîrûsê erênî (pozîtif) be çi diqewime?

Li gorî statistikên heta niha pirraniya kesên bi vê vîrûsê ketine (80%) ji ber ku sîmptomên wan sivik in, dikarin li mala xwe bimînin. qederê 15 % hewce ye li nexweşxaneyê bên dermankirin, pediviya 5 % bi lêmiqatebûneke taybet a tibî heye.

Kesên ku bi nexweşan re têkildar bûne divê çi bikin?

Berpirsyarên tenduristiyê yên fermî çi rêyê nîşanî we bidin, weke wan bikin.

Ji girtina înfeksîyonê heta bi sîmptoman çiqas dem dibihure?

Ji vegirtina vîrûsê heta ku sîmptomên ewil xwe bidin der, 2 heta 14 rojan derbas dibin.

Pêdivîya kê heye ku bikeve karantînayê?

Divê ku yên bi encama erênî û kesên ku bi wan kesan re têkildar bûne ji bo 14 rojan li mala xwe bimînin. Destpêkirina karantînayê bi derketina nîşanenên nexweşiyê yên ewil pêk te. Ji bo agahiyên rojane şopandina pispor û berpirsyarên tenduristî yên fermî pêwist e.

Tehlûkeya heyatî ji bo kê heye?

Bi giştî ji bilî zarokan, herkes dikare bikeve rewşeke krîtîk û xeternak, lê kesên ku îhtîmal e herî zêde bi nexweûiyê biêşin, ev in:

- Mirovên ji 60 salî pîr û kaltir

- Mirovên bi nexweşiyên kronik (Nexweşiya şekirê, dil, pişikê, kezebê hwd.)

- Mirovên ku dermanên li dijî sîstema xwe ya parastînê digirin (Nexweşên kanserê yan jî transplantkirî)

- Mirovên cixarekêş

Mirov çawa dikare xwe ji vê vîrûsê bipareze?

- Destşûştina birêkûpêk û domdar ji bo demeke 20 çirkan (saniye)

- Dema silavkirinê destê xwe nedin hev, neçin rûyê hev

- Dema hûn dipişkin yan jî dikuxin, destmaleke kaxezî bi kar bînin yan jî bipişkin jî enîşka xwe bidin ber dev û bêvila xwe

- Ji mirovên bi gumana Covid-19 bi qasî 1,5-2 metreyan dûr kevin

- Mala xwe bi domdarî hewadar bikin

- Destşokên xwe paqij bikin

- Rûyên tiştên raketinê yên wekê lihêv yan jî balîvan/balgehan bi rêkûpêk biguherînin

- Paqijkirina derdora xwe û bi taybetî rûseriyên herî bêhtir tên bikaranîn (Destikê derî, telefona destan, mase, kilîddank û hwd.) bi rêkûpêk bikin

Gelo vaksîn (derziyên parêzê) yan jî derman hene?

Heta niha vaksîn ji bo Covid-19 tine ye. Ji bo nexweşên di rewşa giran de dermankirineke alîkar heye. Lêkoler xebatên xwe yên li ser dîtina wan bi şêweyekî lezgîn bi pêş ve dibin.

KCDK-E Komîteya Tenduristîye
Adresse: Rue de Porto 132, 4020 Liège / BELGIQE TEL 003271318719 . Email: info@kcdk-e.com